۱۳۹۵/۰۱/۲۲



Parêzerê “Hesenî” boxtanê bi Hizba Demokrat dike



 Parêzerê “Hesenî” boxtanê bi Hizba Demokrat dike


Kurdistanmedia: Direv û çewaşekarî yên Rejîma Îslamî ya Îranê û boxtan û îftirayên li dijî gelê Kurd û Hizba Demokrat, hêj berdewam in.



Malpera “Xeber Sildoz” ji ziman yek ji parêzerên “Xulamriza Hesenî” yê nûnerê “Welî Feqîh” yê rejîma Îslamî li Urmiyê belav kir ku, “Tê bîra min ku serê hizar kes ji xelkê vê bajarî(Nexede) jê kirin, serê zarokekî jê kirin û bi şîşekî bi sikê dayîka wî hilwasîn”.

Parêzerê Hezsenî yê bi navê “Qurbanî” herweha dibêje ku, “Pêşnimêjê roja Înê yê wî çaxî ser bi Hizba Demokrat bû û wî Fetwa dabû ku serê Şî’e meseban jê kin”.

Navbirî di doma gotinên xwe de dibêje ku, “Wan Hesenî haydar kir ku, hekî bilez çek û teqemeniyan negihînin me û di hewara mede nehên, wê serê me jî jê kin”.

Qurbanî yê kirêgirtiyê rejîma Îslamî herweha zêde dike ku, “Hemû keç û jinên bajarê Nexedê di salonekî de kom bûn û Benzîn bi xwe de kirin ku hekî bikewin destê pêşmergên Hizba Demokrat de, agir berdin cesteyê xwe”.

Qurbanî herweha dibêje ku, “Hesenî tewahiya ew Kurdên ku tu rolek di şerê Nexedê de nebûn, parastin û sivikatî bi tu malbatekî nekir.

Eva di demekî de ye ku çevaşekarî û bêrêzî û boxtanên rejîma Îslamî bi gelê Kurd û bitaybetî bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, berdewam in.

Lê veşartî nine û hemû xelkê Kurdistana Rojhilatê dizane ku, riftarên mirovdostane yê gelê Kurd û pêşmergên Hizba Demokrat, di hemû qonaxên xebatê de, hêvêna xebat û tekoşîna wî bûye û dîrok û belgeyên wî çaxî jî, vê yekê diselimîne.

Gotinên han ji aliyê karbidestên ewlehî û leşkirî ên rejîmê ve berdewam in, û bas ji bêtawan bûna xwe dikin, lê vê yekê nabînin ku cînayetên wan li Kurdistanê û şerê 8 sale ya di navbera Îran û Îraqê de, çiqas hovane ne, lê Nadir Qazîpûr ê cihê baweriya Îtilaat û dezgehên ewlekarî ên rejîmê bi xwe dan bi vê yekê danî ku, bi destê xwe bi sedan dîlên şer kuştine