7 endamên din ên Spaha terorîst ya Pasdaran li Sûriyê hatine kuştin
Kurdistanmedia: Roja Çarşemî berwarê 13’ê Nîsanê, nawendên nûçegihaniyê ên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ragehandin ku, 7 pasdarên din ên endam di Spaha Quds, taya derveyî sînorên Spaha Pasdaran, di encama şer û pevçûnên di Sûriyê de hatine kuştin.
Hate ragehandin ku “Emar Behmenî” û herweha “Mocteba Husênî” yê hemwelatiyê “Efxanî” û akinciyê “Meşhedê”, ku endamê Spaha Quds bûye, di nava kuştiyan de ne.
Hate ragehandin ku “Emar Behmenî” û herweha “Mocteba Husênî” yê hemwelatiyê “Efxanî” û akinciyê “Meşhedê”, ku endamê Spaha Quds bûye, di nava kuştiyan de ne.
Her di vê derheqê de hate eşkerekirin ku 4 hemwelatiyên Îraqî jî, ku kirêgirtiyên Spaha Quds in, di nava kuştiyan de ne.
Navê wan 4 Îraqiyan pêk tê ji, Elî Hadî, Riza Ebid Men’em, Salih Mihemed Salih û herweha Ebas Mezher Nasir El-Firtûsî naskirî bi “Ebas Emare” ku yek ji fermandarên wan bûye.
Kesê 7’mîn ji ku di şerê Sûeiyê de hatiye kuştin, Elî Hesen e ku endamê Hizbullahê ye.
Ji dema destpêkirina kirîz û şer û pevçûnên Sûriyê, rejîma Tehranê bi şandina Spaha Pasdaran li jêr navên curbicur, dest dixe nava karubarê wî welatî de, û di vê pêxemê de jî bi sedan endamên Spaha Pasdaran di Sûriyê de hatine Kuştin.
Eva di demekê de ye ku rayedarên rejîma Tehranê di çend rojên derbazbûyî de, hêza artêşa Îranê jî şandin Sûriyê û heya niha 5 çekdarên Artêşê jî, di Sûriyê de hatine kuştin.